3:26:00 PM
RojavaNews: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rêveberiya nû ya Amerîkayê daxwaz kir, ku piştgiriyê bidin doza rewa ya gelê Kurdistanê.
Roja Înê (02.12.2016) Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîkayê Michael Richard ku weke "Mike Pence” tê naskirin, bi rêya telefonê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axivî.
Li gorî ragihandina malpera fermî ya Serokatiya Herêmê, Michael Richard behsa serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye ku ew ji xebata gelê Kurdistanê û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge agahdar e, ku pêşmergeyan di têkbirina DAIŞê de rolek giring lîstiye.
Michael Richard herwiha tekez kiriye, ku serokê nû yê Amerîkayê û rêveberiya nû ya welatê wî palpiştê gelê Kurdistanê û pêşmerge ne û dê piştgiriya xwe jî berdewam bikin.
Serok Barzanî jî ji ber serkeftina wan a li hilbijartinan de, pîrozbahî li serok û cîgirê serokê Amerîkayê kir û spasî li helwesta wan a di dema helmeta hilbijartinan de kir, ku piştgiriya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihandiye.
Mesûd Barzanî got, ku gelê Kurdistanê rastê zulm û êşeke mezin hatiye û hêvî jî xwest ku Amerîka û rêveberiya nû piştevanê doza rewa ya gelê Kurdistanê bin.
Di vê peywendiyê de her dû aliyan tekezî li ser berfirehtirkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê kirin.
