Rojava News: Li navçeya Wêranşar a Rihayê polîsan bi ser malekê de operasyon kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.
Hêzên polîsên taybet îşev li ser îstixabaratekê li Wêranşarê bi ser malekê de operasyon dabûn destpêkirin ku li ser encama vê operasyonê Walîtiya Rihayê daxuyaniyek belav kir.
Walîtiya bajarê Rihayê di daxuyaniyekê de ragihand ku li taxa Demirci ya navçeya Wêranşarê bi hinceta qedroya çiya ya PKKê tê de hewiyane, hêzên polîsên taybet bi ser malekê de girtine û di encama vê operasyonê de, 2 jin 2 jî mêr ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.
