Barzanî şewitandina alê şermezar kir: Wê baca wê bidin

Barzanî şewitandina alê şermezar kir: Wê baca wê bidin

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser nûçeyên şewitandin û parçekirina ala Kurdistanê li Rojava peyamek weşand. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser nûçeyên şewitandina alaya Kurdistanê li bajarê Amûdê yê Rojava peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de spasiya xelkê Amûdê kir û li ser îdiayên şewitandina alaya Kurdistanê ji aliyê komekê ve wiha got: "Ez we pîroz dikim ku bi bêhinfirehî û berxwedanê alaya Kurdistanê diparêzin.

Alaya Kurdistanê alaya xwîna şehîdan û sembola pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye. Ez we arxalîn dikim ku rêça niştimanperwerî û rûhê kurdinî û resentiyê dê bi ser keve û rûreşî jî dê bo wan bimîne yên alaya Kurdistanê dişewitînin û xort û gencên kurd îşkence dikin. Lê ew dê her baca wan tawanên xwe bidin."

Hêjayî bîrxistinê roja Şemiyê li dema xwepêşandaneke ENKSê alaya Kurdistanê ji aliyê grubekê ve hatibû parçekirin û şewitandin ku Herêma Kurdistanê jî wê alê bi fermî bikar tîne.