Barzanî: Em ê pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bikin

Barzanî: Em ê pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bikin

11:47:13

 

Rojava News: Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo têkoşîna li Dijî DAIŞê Brett McGurk re civiya û diyar kir ku ew ê li ser diyalog û danûstendina bi Iraqê re berdewam bin heta ku hemû pirsgirêk çareser bibin.

Du êvarî 03.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk û şandeya pê re civiya.

McGurk di civînê de kêfxweşiya xwe ji bo serdan û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê diyar kir û behsa pêşkeftinên meydanî yên şerê dijî DAIŞê li Mûsil û derdora wê kir û diyar kir ku di wî şerî de pêşmerge kariye serkeftinên mezin û baş li dijî DAIŞê bi dest bixîne.

Herwiha rayedarê amerîkî di vê çarçoveyê de, diyar kir ku hevkarî û hevahengiya navbera Hêzên Pêşmerge, Arteşa Iraq û hevpeymaniya navdewletî giring e û teqez kir ku divê têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan de berdewam bikin û got, girîng e ew têkilî ji bo amadekirina planeke berfireh a siyasî û ewlekarî ji bo qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê berdewam bin.

Ji aliyê din ve, Nêçîrvan Barzanî di axiftina xwe de ji şandeya mêvan teqez kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi Bexdayê dê li ser rêya diyalog û danûstandinê berdewam be û xebatên wan jî li gel Arteşa Îraqê û hêzên hevpeymanê heta Iraq ji terorîstan bê paqijkirin û dever aram bibe dê berdewam bikin.

Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku pêwîst e, bawerî di navbera hemû pêkhateyên cuda yên Deşta Nênewayê de, bi taybetî di navbera êzidî û xiristiyanan de çêbibe da ku bikaribin vegerin ser mal û milkên xwe.