Mexmur: DAIŞ êrişî hêzên pêşmerge kirin

Mexmur: DAIŞ êrişî hêzên pêşmerge kirin

Rojava News: Derengiya şeva borî, çekdarên DAIŞ`ê li mihwerê Mexmurê ji du qolan ve êrişek mezin birin ser hêzên pêşmerge lê belê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrişan dan û êrişa DAIŞ şikandin.

Berpirsê fermandeya Hewlêrê Merîwan Kerîm got: Derengiya şeva borî nêzîkî demjimêr 12:00 şeva borî çekdarên DAIŞ ji qola Sultan Ebdula û qola Til Şeîrê ve êrişî hêzên pêşmerge kirin lê belê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva DAIŞ dan û piştî şerekî giran êrişa DAIŞ hate şikandin û hejmarek zor ji wan hatin kuştin.

Merîwan Kerîm got: Ew şer nêzîkî 3 demjimêran ajot û pêşmerge bi moralekî bilind rûbirûyê DAIŞ`ê bûn û çekdarên DAIŞ weku her car reviyan û em jî ketin dûv wan.

 

Amaje bi wê yekê jî kir ku di wî şerî de 2 pêşmerge bi sivikî birîndar bûne.