Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê (Îtilaf) Enes Ebde kir.
Serok Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li serokê Îtilafa Sûriyê Enes Ebde û şanda pê re kir.
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de Barzanî û şanda mêvan pêşhatên dawî yên li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin. Hat gotin ku her du lîderan li ser rewşa xelkê bajarê Helebê yê Sûriyê, ku ji ber şer tengav bûne, jî axivîne.
Li gorî malperê, Barzanî û şanda Sûrî di beşeke din a hevdîtinê de behsa şerê Mûsilê jî kirin. Serokê Îtilafê pesnê Pêşmerge daye ku di şerê DAIŞê de bi mêrxasî şer kiriye û bi ser ketiye û pêkhateyên etnîkî û olî yên parêzgeha Mûsilê parastiye.
Di dawiyê de şanda mêvan spasiya Barzanî kir ku bi helkeftên cuda alîkariya gelê Sûriyê kiriye û bo wê yekê jî diyarek bi navê gelê Sûriyê pêşkêşî Barzanî kir.
