Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê weke mafeke rewa berê xwe dide serxwebûnê û pêwîst e li ser mijara serxwebûnê diyalog bi Bexdayê re were kirin.
4ê Kanûna 2016ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li serokê Herêma Île-de-France ya Fransayê Patrick Karam û şanda pê re kir.
Şanda fransî pêşketin û pêkvejiyana navbera netewe, ol û mezhebên cuda de li Kurdistanê bilind nirxand û got ku, bergirîkirina pêşmergeyên Kurdistanê ji hemû pêkhateyên cuda, bi taybetî parastina mesîhî û êzîdiyan ji bo civaka navdewletî şanazî ye.
Di civînê de behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirojeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî azadkirina Mûsilê, paşeroja têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, paşeroja ew pêkvejiyana li deverê heye, vegerandina koçberan bo ser war û milkên wan, dabînkiirna xizmetên pêwîst bo koçberên vedigerin û avadankirina deverên wêrankirî hat kirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li hemebr hevkarî û alîkariyên Fransa di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşî Heerêma Kurdistanê dike, sipasya Fransayê kir û got ku, xelk û pêşmergeyên Kurdistanê di rêya şerê dijî DAIŞê de bergiriyê ji Kurdistan, hemû pêkhateyan û cîhan û nirxên mirovatiyê dikin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha got ku hikûmeta Kurdistanê ne bi wê yekê re ye ew pêkhateyên kevnarên deverê welatê xwe berdin, lê divê li ser ew pêkvejiyana bi biratî heye ku Kurdistan şanaziyeke mezin pê dike, berdewam bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji şanda mêvan re behsa serxwebûba Kurdistanê jî kir û got ku gelê Kurdistanê serxwebûnê weke mafekî xwe yê rewa dibîne û li ser vê pirsê divê Herêma Kurdistanê digel Bexdayê li hev bike û bi diyalogê çareser bike.
Barzanî diyar kir ku, çend salên borî karê pêşîneyê Herêma Kurdistanê şerê terorêstên DAIŞ bû, lê piştî nemana DAIŞê divê zêdetir pirsa hikûmdariyê bê gotûbêjkirin û ji bo awayê hikûmdariyê li Iraqa piştî jinavbirina DAIŞê, çarçoveyek bê danîn û hemû pêkahte di wê çarçoveyê de hest bi aramiyê bikin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsên bi Bexdayê re û pirsgirêkên navxweyî jî bi diyalog û danûstandinan çareser bike û di vî warî de rola Fransayê di piştevanîkirina yekrêziya xelkê Kurdistanê de girîng zanî.
