Parlamentoya Kurdistanê: şewitandina alaya Kurdistanê nayê qebulkirin!

Parlamentoya Kurdistanê: şewitandina alaya Kurdistanê nayê qebulkirin!

 

Rojava News: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, şewitandina alaya Kurdistanê ji aliyê PYDê ve şermezar kir û ragihand, ew kar li dijî hemû gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî di peyamekê de ew bûyer şermezar kir û ragihand, roja 2 Kanûna îsal hêzên PYDê li bajarê Amûdê êrişî ofîsa ENKSê kirin û alaya Kurdistanê şewitandin. Em wê yekê şermezar dikin û wî karî li dijî hemû gelê Kurdistanê dizanin.

Di peyama serokatiya parlamentoyê de hatiye gotin ku alaya Kurdistanê sembola xwîna şehîdan, pêkvejiyan û aştiyê ye li hemû Kurdistanê lewma em destxweşiyê li xelkê hêja yê bajarê Amûdê dikin ku bi rûhê niştimanperweriyê, alaya Kurdistanê parastine û diparêzin.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, her wiha girtin û îşkencekirina endam û alîgirên ENKS û partiyên Rojava ji aliyê hêzên PYDê ve şermezar kiriye û daxwaza berdana girtiyên wan partiyan kiriye.