11:03:53
Rojava News: Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê mûçeyên 100 hezar pêşmergeyan xiste nav pêşnûmeya yaseyê ya bûdceya 2017ê ya Iraqê.
Li gorî agahiyên Rûdawê mûçeyên 100 hezar pêşmergeyan di çarçoveya bûdceya Wezareta Parastinê ya Iraqê de di pêşnûmeya yaseyê ya bûdçeya sala 2017a ya Parlamentoya Iraqê de cih girt.
Her wiha hat ragihand ku mûçeyên pêşmergeyan jî wê wek mûçeyên leşker û serbazêb leşkerî yên Iraqê were qebûlkirin. Parlamentoya Iraqê ev demek e ji bo diyarkirina bûdçeya sala 2017a civînan lidardixe.
