12:16:41
Rojava News: Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê daxwaza alîkariya zêdetir ji Amerîkayê bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twetterê de ragehand, ku bi serokatiya şandeke herêma Kurdistanê li gel berpirsên wezareta derve û berevaniyê yên Amerîkayê civiyaye û spasiya hikûmeta wî welatî kir, ku di şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê de piştevanê Kurdistanê bûne.
Mesrûr Barzanî ragehand, di civîna li gel berpirsên payebilind ên wezareta berevaniyê û wezareta karên derve ya Amerîkayê daxwaza alîkariya zêdetir bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye.
Ji destpêka êrîşên DAIŞê yên bo ser Kurdistana başûr de, hejmarek welatên Ewropa û rojava bi serokatiya Amerîkayê de hevpeymaniya dijî DAIŞê pêkanîn, ku bi rêya balefirên şer ve binke û cîhên DAIŞê bombebaran dikin û herwaha henardekirina alîkariya leşkerî û perwerdeya hêzên Pêşmerge ve alîkariya herêma Kurdistanê dikin.
