Ofîsa ENKSê ya li Tirbespiyê jî ji aliyê PYDê ve hatiye şewitandin

Ofîsa ENKSê ya li Tirbespiyê jî ji aliyê PYDê ve hatiye şewitandin

23:44:15

 

Rojava News: Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ofîsa wan li bajarokê Tirbespiyê yê Rojava jî ji aliyê alîgir û endamên PYDê ve hatiye şewitandin.

Îro danê sibê, ofîsa ENKSê li bajarokê Tirbespiyê yê Kurdistana Rojava hat şewitandin.

Derheqê wê bûyerê de, berpirsê ofîsa ENKSê li Tirbespiyê Ebdulhekîm Mihemed ji televîzyona K24 re gotiye, ofîsa me ji aliyê heman kesan ve hatiye şewitandin ewên ku ofîsên me yên li bajar û barokên din ên herêma Cizîrê ya Rojava şewitandine.