Endamekî ENKSê: PKKê hêz ji Bakûr derbasî Rojava kiriye!

Endamekî ENKSê: PKKê hêz ji Bakûr derbasî Rojava kiriye!

23:57:01

 

Rojava News: Endamekî serkirdetiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, PKKê hêz biriye Rojava bo serkutkirina xwepêşanderan.

Endamê serkirdetiya ENKSê, Kawe Azîzî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PKK ji nerazîbûnên vê dawiyê yên xelkê Rojava pir tirsiyaye ji ber wê jî hêz ji Bakûr derbasî Rojava kiriye da ku xwepêşanderan serkut bike.

Kawe Azîzî her wiha gotiye, PKKê ferman daye tevahiya dengên nerazî bên serkutkirin her wiha kesên nerazî jî bên revandin û wendakirin. Lê nerazîbûna li dijî PYDê roj bi roj zêdetir dibe li Rojava.

Wî rayedarê ENKSê daye zanîn ku êdî baweriya xelkê bi PYDê nemaye çimkî ew bûne beşek ji îstixbarata rêjîma Sûriyê.

Kawe Azîzî daye xuyakirin ku asayişa PYDê di bin fermana PKKê de ye, PKK çi bêje ew dikin.