Li Zanîngeha Selahadîn beşa Suryankî hat vekirin!

Li Zanîngeha Selahadîn beşa Suryankî hat vekirin!

 

Rojava News: Li Herêma Kurdistanê Zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê, beşa zimanê Siryanî hat vekirin.

Nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Amanc Seîd di vekirina beşa Suryanî ya Zanîngeha Selahadîn de got, ‘Ev destkefteke mezin e bo Herêma Kurdistanê.'

Beşa beşa zimanê Suryanî li Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Selahedîn 6ê Berfanbarê bi beşdariya nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind ê Kurdistanê Dr. Amanc Seîd û Serokê Zankoya Selahedîn a Hewlêrê Dr. Ehmed Dizeyî dest bi perwerdeyê kir.

Dr. Amanc Seîd di merasima vekirina beşa zimanê Suryanî de got, ‘Vekirina beşa zimanê Suryanî gaveke girîng û destkefteke mezin e bo Kurdistanê. Çimkî ev yek nîşan dide ku Kurdistan çiqasî girîngiyê dide kêmîneyên etnîkî, kultur û nirxên wan.'

Beşa zimanê Suryanî di sala nû ya perwerdehiyê de 20 xwendekar ji bo perwerdehiyê wergirtin ku tê pêşbînîkirin salê pêş ev hejmar zêdetir bibe.