Berpirsekî Partiya Beis a Sûriyê çû Qamişlo

Berpirsekî Partiya Beis a Sûriyê çû Qamişlo

Rojava News: Endamê Qiyadeya Qutrî ya Partiya Beis Xelef el-Miftah serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir û li gel berpirsên hizbî û hikûmî û rûsipiyên bajêr civiya.

Xelef El Miftah bi riya balafirxaneya navneteweyî ya Qamişlo gihişt wî bajarî û ligel serkirdyên Partiya Bees yên Qamişlo û Hesekê civiya.

Herweha hejmarek ji rûspiyên parêzgeha Hesekê û serokê êşîrên Ereban di vê civînê de amade bûn.

Xelef el-Miftah li bajarê Qamişlo ragihand, ew li dijî sîstema federaliyê ne û da xuyakirin, ku federalî dê Sûriyê parçe bike.

Endamê Qiyadeya Qutrî ya Partiya Beisa di civînê de ragihand, ew dê hewl bidin Heşda Şebî li parêzgeha Hesekê ava bikin û got, projeyên perçekirina Sûriyê û bicîkirina sêstema feramlîzmê bi ser nakevin û dazanîn, dê ala Sûriyê ji Dêrikê heta Deraayê bilindkirî be.

Endamê Qiyadeya Qutrî ya Partiya Beis Herwiha serdana nexweşxaneya Niştîmaniya Qamişlo jî kir û li rewşa birîndarên Artêşa Sûriyê pirsî.