12:21:13
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Alî Bapîr piştî salekê, bi minasebeta taziyeya xwîşka Barzanî hevdû dîtin. Alî Bapir ji bo sersaxiya Mesûd Barzanî bike hat bajarê Selehaddînê devera Pirmanê.
Celal Talabanî sersaxî ji Barzanî re xwest Roja 5ê meha dawî xwîşka Mesûd Barzanî Eqlîma Barzanî di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Taziyeya malbata Barzanî li Selahaddînê berdewam dike.
Bapîr ji bo sersaxiya Mesut Barzanî hat Selahaddînê. Wekî tê zanîn Bapîr û Barzanî ji bo mijarên Serokatiya Herêmê û rewşa Parlamentoya Kurdistanê niqaş bikin beriya niha bi salekê li hev civiyabûn, lê tu encam ji vê hevdîtinê derneketibû. Di dawiya vê civînê de peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê PDK û Komelê sar bibûn.
Her çend Mesud Barzanî rojên paşiyê wefdeyek ji PDK bo riya diyalogê vekin şandibû ba Komelê jî lê dîsa jî tu encam ji vê hewldanê jî derneketibû. Hevdîtina herdû serokan a bi minasebeta daxwazên sersaxiyê dibe ku bibe sedem bo jinûve germbûna peywendiyên herdû rêxistinan.
