Rojava News: Endamekî serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) dibêje, emê li seranserî Kurdistana Rojava li dijî girtin û serkutkirina xelkê ji aliyê PYDê ve xwepêşandanan bikin.
Endamê serkirdetiya PDK-Sê, Nûrî Birîmo, ku partiya wî endama ENKSê ye, ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, sibê roja (10-12-2016) mafên mirov e li cîhane ye. Bi wê helkeftê endam û alîgirên ENKSê dê li hemû bajar û deverên Kurdistana Rojava xwepêşandan bikin.
Nûrî Birîmo her wiha gotiye, ew xwepêşandan û çalakî bo şermezarkirina girtin û serkutkirina endam û serkirdeyên ENKSê her wiha şewitandina alaya Kurdistanê ji aliyê PYDê tên kirin.
Wî rayedarê PDK-Sê daye zanîn ku dê li bajarê Hewlêrê jî nameyeke nerazîbûnê bidin ofîsa NY û tê de ew zordariya PYD li partî û xelkê Rojava dike, behs bikin.
