Rojava News: Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li parêzgeha Hesekê car din kirîza nebûna kehrebayê (elektrîkê) derket.
Welatiyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dibêjn, ku rojane tenê 2 saet kehreba tê û kehrebaya ku ji generatoran jî bo welatiyan diçe, têra wan nake.
Herwiha ji ber nebûna kehrebayê, pîşegerên Rojavayê Kurdistanê jî gazindên xwe dikin û eşkere dikin, ku nebûna kehrebayê bandorê li ser rewşa wan ya aborî kiriye.
