Barzanî bi helkefta Mewlûdê peyamek belav kir

Barzanî bi helkefta Mewlûdê peyamek belav kir

17:28:04

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta roja dayîkbûna pêxemberê îslamê, di peyamekê de pîrozbahiya gişt misilmanê cîhanê û Iraqê û Kurdistanê kir.

 

Di peyamê de ku wêneyek ji BasNewsê re hatiye, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî hêvî xwast ku ev helkefta dayîkbûna Mihemedê kurê Ebdula pêxemberê îsalmê bibe sedema pêşxistina biratî û xoşewîstî û pêkevejiyanê di navber hemû netewe û ol û mezhebên cuda  debe.

 

Li gor Mesûd Barzanî terorîstan û dijminên mirovatiyê bi navê ola îslamê reftarek dirindane û dijî mirofan encam didin û binemayê îslamê têk didin.

 

Serokê herêma Kurdistanê herwaha hêvî kir ku bi ev helkefta pîroz, deriyê xêr û xweşiyê ji bo xelkê kurdistanê û navçê vebe û dawî bi zilm û tundî û dagirîkeriyê bêt û welatê me aramî û bextewerî de bijîn.