17:39:40
Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê jî teqînên bajarê Stenbolê bi tundî şermezar kir û ragihand, teror û terorîst dê her xilas bibin.
Piştî hikûmeta Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de teqînên şeva borî yên Stenbolê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “em bi tundî teqînên Stenbolê şermezar dikin” û hatiye ragihandin ku armanca terorîstan, têkdana aramî û asûdetiya mirovan li her derê cîhanê ye lê “em ji vê yekê arxalîn in ku teror û terorîst dê her xilas bibin”.
Di teqînên Stenbolê de, nêzîkî 200 kes hatibûn kuştin û birîndar bibûn.
