01:50:41
Rojava News: Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter berî demekê gihîşt Başûrê Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.
Piştî serdana xwe ya bo Iraqê û civînên li gel berpirs û rayedarên Bexdayê û hêzên hevpeymanan, êvariya îro yekşemî 11ê Kanûna 2016ê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter serdana Herêma Kurdistanê jî kir.
Ashton Carter şeve din bi rêya Firokexaeya Navdewletiya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Ashton Carter li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê merasîmek bo pêşkêşkirina medaloyaya wêrekiyê ji aliyê Carter ve bi çend pêşmergeyên Kurdistanê birêve çû.
Di vê merasîmê de, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê medaliyaya wêrekiyê pêşkêşî 4 pêşmergeyan kir.
Di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê de, Carter pesnê wêrekî û qehremaniya Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de daye.
Carter berî ku serdana Hewlêrê bike, bi firokeyeke serbazî ya Artêşa Amerîkayê, çûbû Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û fermandeyên hêzên hevpeymanan li Iraqê re civiyabû.
