11:24:40
Rojava News: Li gor malabata wî li bajarê Dêrikê endamê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) û kesayetiyê navdar Bengîn Cinêdî ku, bi navê Bingîn Ehmed dihate naskirin ji aliyê grûpekê nenaskirî ve hate revandin.
Endamên Xewciya ENKSê duh, set 2 û nîv dema serdana dayîka xwe ya nexweş li nexweşxaneya niştimanî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikir ji aliyê grûpekê nenaskirî ve hate revand û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyare.
Bingîn Ehmed ne tenê endamê ENKSê bû lê kesayetekî Kurdperwer bû û kurê Ehmed Birho bû ku, yek ji damezrênerê Tevgera Kurdî li Sûriyê bû.
Tê zanîn ku, hejmareke ji serkirde û endamên ENKSê ji aliyê Asayêşa Rojava ve gitî ne.
