Rojava News: Her du aliyên siyasî yên serekî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine rêkeftinekê derbarê Lêvegera Siyasî de, di destpêka meha bê de wê yekemîn civîna Lêvegerê li darbikeve.
Li gor nuça ser malpera KDP.info Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Kawa Ezîzî ji gotiye: “Duh civîna Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bidawî hat, her du alî gehiştin rêkeftinekê ji bo destpêkirina civînên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdisanê û cîbicîkirina xalên rêkeftina Dihokê.”
Ji ber ku berî niha ENKSê 3 partiyên xwe ji nava rêzên xwe derkiribûn û biryar dabû ku ew li ser pişka wan tevlî Lêvegera Siyasî cih negire, TEV–DEMê jî rijdbûna xwe li ser beşdarîkirina her 3 partiyan di lêvegerê de nîşandabû, yekemîn civîna Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê nehatibû lidarxistin, alozî jî ketibû navbera ENKSê û TEV–DEMê de, carek din her du aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê lihevkirin.
Kawa Azîzî wiha got: “Biryar hat dayîn ku hejmara endamên Lêvegera Siyasî zêdetir bibe, bi awayekî ku her yek ji ENKSê û TEV–DEMê 3 endamên din ji xwe re diyar bikin, ku bi vî awayî dê hejmara lêvegerê bibe 36 endam.”
Li gor rêkeftina Dihokê, ku di 22ê Cotmeha borî de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin, Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji 30 endamî pêk dihat (12 endamê ji ENKS, 12 endam ji TEV–DEMê û 6 endamên din ji nav partî û kesên serbixwe yên ne di her du çarçoveyan de bin), lê di lihevkirina Hewlêrê de 6 endamên din li Lêvegera Siyasî hatin zêdekirin, bi wê yekê jî hejmara endaman dibin 36 kes.
ENKSê her yek ji Alpartî, Wihde û Partiya Wîfaq ji nava rêzên xwe derkiribûn, ji ber ku di helbijartina her 6 endamên serbixwe yên Lêvegera Siyasî de, wan dengê xwe dabûn berbijêrên TEV–DEMê.
Azîzî wiha domand: “Lê piştî lihevkirina Hewlêrê dê her 3 pariyên navborî li ser pişka TEV–DEMê di Lêvegera Siyasî de cih bigrin.”
Li gorî agahiyên Kawa Azîzî, Pişît vê lihevkirinê, dê yekemîn civîna Lêvegera Siyasî roja 5ê Sibatê be, di wê civînê de wê komîte werin pêkanîn ji bo ku serpereştiya bicihkirina xalên din ên rêkeftina Dihokê bikin.
