Barzanî: Di xebata neteweyî de jinên kurd roleke berçav lîstine

Barzanî: Di xebata neteweyî de jinên kurd roleke berçav lîstine

23:02:33

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got; “Di vê qonaxa şerê li dijî teror û terorîstên DAIŞê de, jinên kurd, îradeya xwe nîşandan û û kesên xwe yên herî ezîz pêşkêşî ax û neteweya kurd kirin.”

 

Serok Barzanî bi boneya 64emîn salvegera damezrana Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û diyar kir, “Çawa ku di serdema çiya de, ji bo xebata neteweyî û niştimanî Yekîtiya Jinên Kurdistanê roleke ber bi çav hebûye, bi heman awayî niha jî di çespandina mafên jinan de roleke bi bandor digre ser milê xwe.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku jinên kurd piştîvaniyeke bihêz dane pêşmerge û di şoreşê de gelek qurbanî dane û destnîşan kir; “Di vê qonaxa şerê li dijî teror û terorîstên DAIŞê de jî jinên kurd heman îradeya xwe ji bo neteweya xwe dûpat kirin û kesên xwe yên herî ezîz pêşkêşî ax û neteweya kurd kirin.

 

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî gpt; “Di vê helkeftê de, tekez dikin, ku malbatên şehîdên serbilind ên Kurdistanê, bi navê jiyanekî serbilind qurbanî dane ku divê em hemû şanaziyê bi vê yekê bikin. Xizmetkirina we jî bi tu awayekî û bi nirxek bi dawî nabê.”