Rojava News: Balyoza nîyazpakîyê û aktera navdara Amerîka Angelîna jolie piştî serdana awareyên parêzgeha Duhokê li kempa Xankê kir, di civîneke ragihandinê de got: başurê Kurdistanê penageheka mezin û arame bo awareyan û xelkê Kurdistanê jî alîkarîyeka mezin ya awareyan kirîye.
Angelîna Jolie got: bi dengekî bilind bangî cîhanê dikem xwedan li van awareyan derkevin da bizanin ew çi dixwazin û alîkarîya wan bikin, û amaje bi wê yekê kir, wê gelek derdeserîyên awareyan dîtin û çîroka azarên jineka rizgarbûyî ji destê Daişê bi nimûne anî.
Balyoza nîyazpakîyê ya netewên yekgirtî daxaza alîkarîyên zêdetir bo awareyan kir û ragîhand, ya hatîye kirin rêjeya pêdvî nîne ji ber ku aware di rewşeka nexweş dane û pêdvî alîkarîyên zêdetir yên navdewletî hene.
