Hêzên Pêşmerge bi tûndî daxuyaniya parlamentara Goran şermezar kirin

Hêzên Pêşmerge bi tûndî daxuyaniya parlamentara Goran şermezar kirin

12:18:15

 

Rojava News: Li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistan Hêzên Pêşmere li pêşiya daxwazkarê  Giştî xwepêşandanek li dijî daxuyaiyên Parlamentara Tevgera Goran Serwe Ebdulwahid ku, sivkayetî bi rûmet û şerefa malbatên Şehîdan kirî bi rêve bir.

 

Bi hezaran Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniya parlametera Tevgera Goran şermezar kirin û daxwaz kirin ku, ji aliyê yasayî ve ew perlemetar were siza kirin.

 

Xwepêşandan bi beşdariya fermandeyê Leşkerên taybetî 1 û Golan pêşmerge Mensûr Barzanî û  fermandeyê Hêzên taybet 1 Rewan Idirîs Barzanî û du hezar hêzên pêşmerge destpê kir.

 

Berî niha parlementara Tevgera Goran Serwe Ebdulwahid li kenalekî Erebî bi navê Dicele daxuyaniyên xirab derbarê şeref û rûmeta malbat û hêzên pêşmerge dabûn, daxuyaniyên wê jî ji aliyê hemû kurdistaniyan ve li hemû bajar û bajarokê Kurdistanê bi tûndî hatin şermezarkirin.