22:34:10
Rojava News: Hevbendiya Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (HNKS) ragihand, ku şandeke wan diçarçoveya destpêşxeriya ji bo lihevhatina ENKSê û TEV-DEMê, roja înê 9ê vê mehê li gel şandeke ENKS civiyaye.
Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Kurd li Sûriyê, Mistefa Meşayix ji Rûdawê re ragihand, ku şanda destpêşxeriya hevbeş ligel şandeke Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê pêşdestiya lihevhatina ENKSê û TEV-DEMê de civiyabû.
Mistefa Meşayix da zanîn, ku roja 9ê vê mehê saet 4ê piştî nîvro, şanda wan ku ji 7 kesan pêkhatibû û di nav de her du endamên Desteya Serokatiya Hevbendiyê Fewzî Şingalî û Xerbî Mehmûd jî hebûn, ligel şandeke ENKSê civiyabû.
Bi gotina Meşayix, şanda ENKSê di wê hevdîtinê de, ji her sê endamên Sekretariya Giştî ya ENKSê, Tahir Sifûk, Muhsin Tahir û Marûf Mella Mihemed pêkhatibû.
Meşayix herwiha diyar kir, ku berê wan bi ENKSê re li ser wê hevdîtinê li hev kiribû û navê endamên şanda destpêşxeriyê jî ji ENKSê re diyar kiribûn.
Roja 13ê vê mehê, di daxyaniyekê de, endamê Sekretariya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ragihandibû ku ENKS bi Hevbendiyê re neciviyaye û bi gotina wî ew tenê ligel nûnerên encumena eşîretên kurdî re civiyane.
