Ji Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek tund

Ji Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek tund

10:27:31

 

Rojava News: Li hember daxuyaniya serkirdeyê grûpa Esayib Ehlî Heq Qeys Xez'elî tên derbarê, Kurd û Kurdistan û Pêşmerge de, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiv da.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê li hember gotinên Sekreterê Esayib Ehlî Heq Qeys Xez'elî de ku gotibû; piştî DAIŞê arîşeya herî sereke kurd in û lihevhatina li gel wan jî zehmet e, û herwiha ew bi siyaseta defakto ya ku kurd bikar tînin, razî nabe, bertek nîşan da.

 

Di daxuyaniyekê de ku li ser navê Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah û li ser malpera fermiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, di bersiva Qeys Xez'elî de tê gotin: “Qeys Xezelî Serokê Grûpa Çekdar a Esayib Ehlî Heq di hevpeyvîneke televizyonî ya li gel kanala El-Reşîd de hinek nêrînên ne di cîh di derbarê Kurdistan û Pêşmerge û birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî DAIŞê tîne ziman û di wê baweriyê de ye, ku piştî DAIŞê mezintirîn kêşeya Iraqê Kurd in.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Em hêvîdar in ew gotinên ne di cih de tenê nêîrna wî bi xwe û çekdarên wî be û em di wê baweriyê de jî nînin, ku ew nûneratiya Heşda Şeibî bike.”

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji serkirdatiya Heşda Şeibî jî dike, ku helwesta xwe li hember wan gotinên Qeys Xez'elî rabigihînin.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin:

 

“Gelê Kurdistanê û Pêşmerge çavê wan li axa ti kesî nîne û ti demî neçûne ser mala ti kesî. Ewê ku hatibê ser mala xelkê Kurdistanê û niyeta dagîrkirina axa gelê Kurdistanê hebe, di dawiyê de bi têkçûna wî bi xwe temam bûye.

 

Bi piştrastiyê ve Xez'elî û kesên weke wî ku bixwazin Kurdistanê dagîr bikin, çarenûsa wan baştir ji ya DAIŞê nabe û nikare weke DAIŞê were û li Kurdistanê serê xelkê ji ber nasname û mezhebê bibirre.”

 

Serkirdeyê koma Esayib Ehî Heq ku komeke çekdar a şîeyên Iraqê ye, Qeys Xez'elî ragihandibû: “Yek ji giringtirîn wan arîşeyên ku piştî DAIŞê dê serî hildin, arîşeya Kurd e. Qeys Xez'elî herwiha gotibû: Ez bi siyaseta defaktoyê razî nabim.”

 

Xez'elî tekez kiribû: “Piştî DAIŞê, kurd giringtirîn arîşe ne, bi taybet arîşeya birêz Mesûd Barzanî, yekalîkirin û lihevhatina li gel wan jî zehmet e.”