UNICEFê 1539 sobe ji Beşê Perwerdehiyê yê Hesekê re şandin

UNICEFê 1539 sobe ji Beşê Perwerdehiyê yê Hesekê re şandin

10:32:17

 

Rojava News: Beşê Perwerdehiyê ya Parêzgeha Hesekê ya ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve tê birêvebirin, roja çarşemê 1539 sobe ji bo dibistanên giştî ji UNICEFê wergirtin.

UNICEFê 1539 sobe ji Şamê bi rêya bejayî şandin bajarên Hesekê û Qamişloyê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev sobe dê li ser dibistanên bajar û bajarokên Hesekê, Qamişlo, Şedade, Amûdê, Tilhhemîs, Arîşa, Tiltemir, Til Birak, Serê Kaniyê û El-Holê bên belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Birêveberiya Perwerdehiyê ji meha Berfanbarê ve sotemeniya li dibistanên hesekê belav dike û hefteya bê dê li dibistanên bajarên din jî were belavkirin.