RojavaNews-Hesekê:Şer û pevçûn, li bajarê hesekê yê kurdistana Sûriyê di navbera Hezên Rêjima sûriye u çekdarên PYDê de, bi navbênkariya Encûmena Aştiya Xwecihî ya bajêr rawestiyane, lê Hêzên Ewlekariyê dest bi girtina welatiyên Kurd kirine.
Li gor çavkaniyekê taybet ji hundirê bajarê Hesekê kû piştî rawestandina şer u pevçunan tev u liva Hêzên ewlekariyê di hundirê bajêr de zêdebuye, u xalên xwe yê pişkinînê jî li kolanên bajêr zede kirine û dest bi girtina welatiyên Kurd kirine u vê yekê jî metirsiyek di nav Xelkê de belav kiriye.
Heman jêderê eşkere kir ku duh Hêzên Ewlekariya Rêjîmê 6 Xwendekarên Kurd li Kolîja yasa ya bajêr girtine, herweha komên bi navê (muqeneîn) jî 10 welatiyên Kurd li taxa ( mesakîn El- meheta) girtine u heta neha çarenivîsa wan ne diyare.
Li gorî zaniyariyên wê çavkaniyê ku ji destpêka van şeran de u heta neha nezîkî 60 welatiyên Kurd ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hatine girtin.
Eli koçerî
