12:24:21
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Rojiyê ya kurdên êzidî pîroz kir û hêvî xwest, ku cejnê di nav dilxweşî û kameraniyê de derbas bikin.
Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Rojiyê pîrozbahî li kurdên êzidî yên li Kurdistan û seranserê cîhanê kiriye.
Di peyamê de hatiye gotin, ku Barzanî hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû kurdên êzidî dixwazê û her wiha hêvî dike, ku cejna wan di nav dilxweşî û kameraniyê de derbas bibe.
Cejna Rojiyan yek ji 6 ferzên baweriya êzidiyan e û rêwresmeke bingehîn e.
