PAKê rizgarbûna Kobanî li Pêşmerge û YPGê pîroz kir

PAKê rizgarbûna Kobanî li Pêşmerge û YPGê pîroz kir

Rojava News: Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) rizgarkirina Kobanî ji aliyê şervanên YPGê û pêşmergeyên Kurdistanê ve pîroz kir û ragihand, bila rizgarkirina Kobanî bibe destpêka azadî û hevgirtina Rojavayê Kurdistanê.

 

PAKê di peyameke nivîskî de rizgarbûna Kobanî li şervanên YPGê û pêşmergeyên Kurdistanê pîroz kir.

 

Naveroka daxuyaniya PAKê wiha ye:

 

“Rizgarkirina Kobanî Bila Bibe Destpêka  Yekgirtin û Azadiya Rojavayê Kurdistanê

Bi berxwedana şervanên YPGê  û bi alîkarî û piştgiriya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê,  Kobanî ji qatilên DAIŞê hat paqijkiriin. Ji ber vê serkeftinê em pîrozbahiya şervanên YPGê û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê dikin.

Em hêvî dikin di demeke kurt de dê gundên dorbera Kobanî û hemû axa Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞê û herweha ji rêjîma Beisê bê paqijkirin û Rojavayê Kurdistanê azad bibe.

Azadiya Rojavayê Kurdistanê, bi yekitiya neteweyî dikare pêk bê. Divê hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jibo pêkanîna îdareyeke hevbeş ya eskerî, siyasî, aborî û îdarî  gavên esasî  bavêjin. Divê Rêkeftina Dihokê pêk were û îdareya hevbeş ya Rojavayê Kurdistanê bê damezrandin. Ev yekitî dê bibe destpêka azadî û pêkhatina çarenûsiya gelê me li Rojavayê Kurdistanê.

Bijî berxwedana Kobanê

Bijî yekgirtina Pêşmerge û şervanên YPGê

Bijî mafê çarenûsîya miletê Kurd”