Rojava News: Rêveberiya PYDê nirxa sotemeniyê zêde kir, welatî jî ji vê yekê nerazî û aciz bûne.
Rêveberiya Rojava, ku di destê PYDê de ye, nirxa lîtreke nefta spî ji 100 lîreyê kir 125 lîre, nirxa lîtreke benzînê jî ji 100 lîreyî kir 1350 lîre.
Girankirina nirxa sotemeniyê dibe sebeba wê ku livîna aborî kêm bibe û bargiranî li ser xelkê çêbibe.
Bi taybet di vê rewşa niha de ku him zivistan e him jî îş û kar tine.
