Peyama serexwaşî ya barzanî ji bo konoslê Rûsya yê

Peyama serexwaşî ya barzanî ji bo konoslê Rûsya yê

21:52:19

 

Rojava News: Berpirsê fermangeha peywenendiyên dereve yê Hikûmeta Herêma Kurdistnê peyama serexwaşiya Serokê Herêma Kurdistnê digehîne berpirsên Rûsyê.

 

Berpirsê fermangeha peywendiyên dereve yê Hikûmeta Herêm Kurdistnê, Felah Mistefa di tora civakiya xwe de ragihand ku serdana konsolê giştî ya Rûsyayê di Hewlêrê de kiriye.

 

Felah Mistefa di serdana xwe de  peyama pirse û serexwaşiya Serokê Herêma Kurdistnê, Mesûd Barzanî û xelkê û hikûmeta herêma Kurdistnê gehande konsolê Rûsyê, Vîktor Simakov di Hewlêrê de, ji bo terorkirina balyozê Rûsyê di Ankarê de.

 

Duh şev Mewlud Merd Altintaş di dema civîna rojnamevanî ya balyozê Rûsyayê di Ankarê de  bi demançê êrîşî wî kir û di encam de balyozê Rûsyê jiyana xwe ji dest da.