07:42:09
Rojava News: Di teqînên şeva çarşemiyê yên li pêş baregeha Polîtboruya PDKa Rojhilat ango HDKê de, fermandeyekî pêşmerge yê wê partiyê bi navê Elî Qoytasî şehîd bûye.
Li gorî zanyariyan, Elî Qoytasî xelkê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bûye û yek ji fermandeyên naskirî yên pêşmergeyên PDKa Rojhilat ango HDKê bûye.
Hat zanîn di teqîna yekem di nav dukanekê de bûye, dema pêşmerge çûna nav dukanê, teqîna duyem çê bûye.
Şeva sêşemî 20ê Kanûna 2016ê, 2 teqîn li pêşiya baregeha Polîtboruya PDKa Rojhilat çê bûn, ku di encamê de li gorî zanyariyên herî dawîn 5 pêşmergeyên PDKa Rojhilat û karmendekî Asayişa Koyeyê şehîd bûn.
Herwiha di encama teqînan de, 2 pêşmergeyên PDKa Rojhilat û karmendekî Asayişê jî birîndar bûne.
