13:29:05
Rojava News: Şeva duh bi şev (Sêşemê) li pêşiya baregeha Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat ango HDK) li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê 2 teqîn çê bûn û di encamê de 5 pêşmergeyên HDKê û encamekî asayişê şehîd bûn û 4 jî kes jî birîndar bûn.
Polîtboruya PDKa Rojhilat ango HDKê derbarê bûyerên de daxuyaniyek belav kir du teqîn derdora saet 22.00an di dema pîrozbahiyên ji dayîkbûna rêberê partiyê Dr. Ebdurehman Qasimlo de çêbûn.
HDKê herwiha di daxuyaniya xwe de nasnameyên kesên şehîd jî aşkere kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, “Elî Qoytasî kadroyê partiyê, Wehab Mîrxizrî, Salar Baqirî û Erselan Ebasniya pêşmergeyên partiyê, Nasir Kerîmî endamê Yekîtiya Lawana Demokratê û Ednan Ebdullah mufewezê Asayişê” şehîd bûne.
