12:12:23
Rojava News: Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrata Kurdistn-Sûriye PDK-S ragihand, ku Izet endamê wan ê bi navê Xelil Mihemed 65 salî, roja duşemiyê 19ê Kanûna 2016ê, li derdora Ezazê ku girêdayî parêzeha Helebê ye, şehîd bûye.
Li gorî ragihandina rêxistina Efrînê ya PDK-S, Izet Xelil di nava Hêzên Cewherî yên ser bi Rêveberiya Xweser de şehîd bûye.
Di heman demê de rêxistina Efrînê ya PDK-S ji rêxistinên yasayî yên niştimanî û navdewletî, herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye, ku hûrgiliyan derbarê şehîdbûna endamê partiya wan de eşkere bikin.
Li gorî zanyariyên ku ji rêxistina Efrînê ya PDK-Sê hatine ragihandin, Izet Mihemed Xelîl di encama şewata konê xwe de li gundê Tel Ecarê yê ser bi gundewarê Ezazê ve şehîd bûye.
Li gorî heman ragihandinê, endamê PDK-Sê bi zorê ji bo leşkeriya bi zorê hatibû birin.
Izet Mihemed Xelîl endamê PDK-Sê bû û di sala 1951ê ji nahiyeya Raco ji dayîk bibû.
