Li Amûdê ji bo Helebê xwepêşandan hat lidarxistin

Li Amûdê ji bo Helebê xwepêşandan hat lidarxistin

12:29:03

 

Rojava News: Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek çalakvanên civaka sivîl ji bo piştgiriya xelkê bajarê Helebê çalakiyeke protestokirinê li dar xistin.

Çalakvanan bi slogan û pankartan êrişên li ser sivîlan û koçberkirina bi zorê protesto kirin.

Li bajarê Amûdê, hejmarek rojnamevan û çalakvanên rêxistinên civaka Sivîl û berevaniya di ber mafê mirovan de, ji bo piştgiriya xelkê bajarê Helebê, sekneke protestokirinê li dar xistin.

Ji dema ku êrîşa hêzên hikûmeta Sûriyê û hevalbendên wê li ser rojhilatê Helebê destpê kiribûn li çend bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên protestokirina êrişên li ser sivîlan hatine encamdan.