Rojava News: Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê bi deh hezaran welatî daketin qadan û serkeftina Kobanê pîroz kirin. Li Amedê Batmanê bi deh hezaran kes daketin qadan û serkeftina Kobanê pîroz kirin.
Piştî berxwedana 134 rojan a li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê agahiyên serkeftinê li pey hev hatin û gelê Amedê li ser van agahiyan derket kolanan. Li Kobanê piştî girê Kaniya Kurdan û taxa Mîktel ji çeteyan hate paqikirin noqteya herî dawî ya li eniya rojhilat Qesra Bozan Beg jî ji çeteyan hate paqijkirin.
Li Mûş, Mêrsîn, Colemerg, Wan, Mêrdin, Şemzînan, Bismil, Farqîn, Norşîn, Erxenî, Sêrt, Şirnex û gelek deverên din jî bi deh hezaran welatî daketin kolanan û serkeftina Kobanê pîroz kirin.
