13:23:19
Rojava News: Piştî lidûvçûna BasNewsê, derket holê ku bûyera şewitîna ( dibe ku şewitandin be) xwendekareka kurd li devera Mêrgesorê ya Kurdistana Başûr rast e.
Ev çend roj in li ser rûpel û malperên civakî, behsa wê yekê tê kirin ku xwendekareka kurd ji aliyê bavê xwe ve hatiye şewitandin, sebeba wê jî ew bûye ku ew keçik aşiqê xortekî bûye!
BasNews li dû vê mijarê çû û rastî yan nerastiya vê mijarê ji qaymeqamê bajarokê Mêrgesorê pirsî.
Qaymeqamê Mêrgesorê, Xefûr Mêrgesorî di bersiva BasNewsê re got, bi qasî ku em dizanin hemû nûçeyên ku derheqê wê bûyerê de hatine belavkirin, ne rast in. Keçkê ji xortekî hez kiriye, malbata xort çend caran bi awayekî ne fermî daxwaz ji malbata keçkê kirine keça xwe bidin kurê xwe. Helbet malbata keçkê razî bûne lê bavê wê li dijî vê yekê bûye.
Xefûr Mêrgesorî her wiha got, sebaretî mirina wê keçkê gelek tişt tên gotin. Hinek dibêjin bavê wê ew şewitandiye, helbet em bawer nakin tiştekî wisa bibe. Ma mirov çawa dikare keça xwe bişewitîne! Hinek jî dibêjin agir bi mala wan ketiye û ew jî tê de şewitiye. Eger bavê keçkê keça xwe şewitandibe dê radestî dadgehê were kirin.
Qaymeqamê Mêrgesorê behsa qanûnên taybet ên jinxwastin û zewicandinê li devera Barzan kir û got, li devera me her keçek ji xortekî hez bike divê dê û bavê keçkê wê keçkê bidin wî xortî. Qanûnên vê derê yên serdema Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistefa Barzanî ne. Ne berdêlî heye ne jî next û qelen. Her keça ku ji xortekî hez kir divê malbata wê bi zewaca wan razî bin. Eger dê û bavê keçkê jî razî nebin mezinên me hene, kêşe ji aliyê wan ve tê çareserkirin.
Xefûr Mêrgesorî da zanîn ku cenazeyê keçkê hatiye definkirin û got, lêkolîn û lêpirsîn derheqê bûyerê de didomin û her gava xilas bûn, encamên wê dê bên ragihandin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, bavkê wê keçkê karmendê hikûmetê ye û temenê keçkê jî 20 sal bûye û li zankoya Işiq a Hewlêrê xwendekar bûye.
