11:29:43
Rojava News: Bernameya xwarin a navneteweyî ya ser bi Netewên Yekbûyî bi riya pir asmanî ya Şam- Qamişlo alîkariyên din gihandin parêzgeha Hesekê.
Berpirsa bernameya xwarinê li Qamişlo Efra Nûh ragihand, ku hezar û 20 kartûnên cente û qertasiyên dibistanê û 192 kartûnên din yên fêrkirinê, 900 sebeteyên xwarinê, 900 kîsên birinc û 540 kartûnên din yên xwarinê gihiştin Qmaişlo.
Doh rêveberiya karûbarê mirovî li Netewên Yekbûyî , di civîna Encûmena Asayişa Navneteweyî de behsa parêzgeha Hesekê kir û got, ji bo wan pir girînge ku pireke asmanî ji bo gihandina alîkariyan bo parêzgeha Hesekê hatiye vekirin.
Heta niha ji destpêka Tîrmeha derbasbûyî ve, 233 caran firokeyên alîkarî gihandine parêzgeha Hesekê.
