Rojava News: Serokwezîrên herêma Kurdistanê ji Encîlîna Colî xwast di wî filmê dukiyomêntarê li ser awareyên herêma Kurdistanê ku berhev dike, rengvedana rastiya rewşa Kurdistanê û aware û penaberan bê.
Nêçîrvan Barzanî di dîdarekê da digel Angelina Jolie balyoza niyazpakiya neteweyên yêkgirtî bo karûbarên penaberan xuyakir ku pêdiviye zêdetir civakê nêvdewletî harîkariya awareyan bike , amaje kir ewa di şiyan da hikumet û xelkê herêmê bo awareyan kiriye, lê pêdivî bi harîkariyên zêdetir heye.
Serok wezîrên herêmê ji ektera cîhanî Angelina Jolie xwast, ew filmê dukiyomêntarê ku tê berhevkirin rengvedana rastiya rewşa Kurdistanê û awareyan bê.
Ji aliyê xweve Angelina Jolie bas li seredana xwe bo awareyên sinorê parêzgeha Duhokê kir û rolê xelik û hukmeta herêmê di harîkarîkirina awareyan da bi bilind nirxand û got: Dilgiranim himber wê karesata bi serê xelkê deverê ve hatî, bi taybet pêkhateyên Êzîdî û Kirêstiyanan.
