Civînên Astanayê û pêşeroja Rojavayê Kurdistanê

Civînên Astanayê û pêşeroja Rojavayê Kurdistanê

21:37:53

 

Rojava News: Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo krîza li Sûriyê çareyek bê dîtin, piştî Moskovayê li Astanaya Kazakîstanê di rojên pêş de wê li hev bicivin. Beriya civîna Astanayê her sê welat balê dikêşînin ser girîngiya yekpariya axa Sûriyê. Li gor pisporan jî encamên civîna Astanayê wê ne bi dilê PYD'ê bibe. 

Hewlên ji bo çareserkirina krîza li Sûriyê di navbera welatên navneteweyî de berdewam e. Wezîrên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiye hefteya borî li Moskovayê li hev civiyan û berdewamiya vê civînê li paytexta Kazakîstanê Astanayê dê pêk were. 

Di hevdîtinê de mijarên sereke rewşa opozîsyon, dahatiya Esed û Rojavayê Kurdistanê ye. Her sê welat balê dikêşînin ser girîngiya yekpariya axa Sûriyê. Li gor pisporan jî hevdîtina Astanayê wê ne bi dilê PYD'ê ye bibe.

Siyasetmedar û Akademîsyen Ufuk Uras li ser danûstandinên Astanayê ji K24ê re axivî û got: “Hevdîtin li ser yekpariya axa Sûriyê dimeşin. Daxuyaniya Moskovayê nîşaneyên vê aşkere kir. Hêr sê dewlet jî li ser vê mijarê li hev hatine. Lewra heger ev peyman bê sepandin wê demê helwesta PYDê ya ku dixwaze li Rojava rêveberiyeke federal yan jî xweser ava bike, wê bi encam nebe. Ji ber vê jî bi ya min ji îro û şûn ve PYD di gel Tirkiyê têkiliyên aştiyanê bimeşîne, ev yek dê hem ji bo dahatûya wê bi xwe hem jî ji bo çareserkirina kêşeya Kurd sûdewertir be.”

Akademîsyen û siyasetmedar Ufuk Uras li herêmê balê dikêşîne ser rola Serokê Kurdistanê Mesût Barzanî ya aştiyane û wiha dibêje: Bi vê rêbazê destkeftiyên Rojavayê wê ji dest neçe. 

Li gor pisporê têkiliyên derve akademîsyen Şener Akturk, der barê dahatiya Rojava û PYDê de rola Rûsya diyar e, lê polîtîkaya Îranê li ser vê meseleyê nediyar e.

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Şener Akturk jî wiha axivî: “Ji ber ku PYD li aliyekê li herêmê wekî ku şerê serweriya Emerîkayê dimeşîne, min ne bawer e Rûsya wekî salên berê bi erênî nêzî PYDê bibe. Li vir aktorê ku helwesta wî nayê texmîn kirin Îran e. Ji ber ku Îran li aliyekê wekî Tirkiyê piştgiriya yekpariya axa Sûrî dike, li aliyekê jî di gel PYD û PKKê yekitiyeke veşarî saz dike. Bi ya min Îran dê li ser vê polîtîkaya xwe ya du alî berdewam be.” 

Akturk amaje dike, eger Tirkiye li dijî PYD'ê dest bi operasyonekê bike ne Rûsya û Îran lê Amerîka dê reaksîyoneke nîşanî vê operasyonê bide.