Komela Can alîkarî li ser penaberên Kobanê bilav kir

Komela Can alîkarî li ser penaberên Kobanê bilav kir

RojavaNews-Orfa:Piştî danheva cil û berg,  pêlav, qapût, û pêdiviyên zarok û jinan,  komela Can ya Sûrî kemyona alîkariyê ji Stenbolê rê kir Orfa yê ji bo li penaberên Sûriyê were belav kirin, û bitaybetî penaberên Kobanê li Orfa û Sirûcê yên derveyî kampan.

Ev kemyon hate şandin bi serperiştiya xanim Salma Akdag seroka komela Can ya Sûrî, û berêz Merwan Dawid endamê tevgera Ciwanên kurd . Û ev alîkarî hate belav kirin bi amadebûna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ( ENKS ).

Û di axaftinekê de seroka komela Can xanim Akdag wisa peyvî , ev necara pêşiye ko em alîkariyê xelkên Kobanê dikin , çiko rolek meyî giring hebû di avakirina odeya operasyon a Kobanê , ta em karibin êşên wan penaberan hinekî sivik bikin. Û ji berî heyvekê de me ji Encûmena xwecihî a Kobanê ya (ENKS) ê û bitaybetî ji mamoste Mehmûd Kalo , lîsteyek bi navên penaberan xwestibûn . Akdag axaftina xwe berdewam dike û dibêje : ew gelekî xemgîn û dil şikestî bû gava rewşa penaberên Kobanê dît, ko di çi halekî xerab dene.

Û hêjayî gotinê ye ko bazirganên Tirk û zanîngeha Mermera û kampanya Şahîke ya cilan , gelek alîkarî kirine ji bo Kobaniyan.

Û rolek mamoste Mûhemed ê Mele Reşîd jî hebû di vê alîkariyê de ko ew jî kirya rê da ser xwe bi 2000 tl.

Bêgoman ev karekî pir giring û hêja ye , û cihê pîroziyê ye.

Bahoz Rojavayî