Bi vîdeo.. Peyama serokê parlemanê ji bo Kobanê

Bi vîdeo.. Peyama serokê parlemanê ji bo Kobanê

RojavaNews-Hewlêr:Îro sêşeme 27/1/2015, di destpêka rûniştina neasayî ya parlemanê Kurdistanê de ku ji bo xwendina projeyasaya parêzgeha Helebçe hate saz kirinê, serokê Parlemana Kurdistanê peyamek ji bo azadkirina Kobanê û şervanan û pêşmergeyên Kurdistanê da.

Di destpêka peyama xwe de Serokê parlemanê Dr. Yusif Mihemed got: Em îro bi bona azadkirina Kobanê pîrozbahiyê li xwe û xelkê Kurdistanê dikin û destxweşiyê li pêşmerge û şervanên YPG/YPJ dikin, ku li hemberî hêzên tarîk û terorîstan de biserketin. Destxweşî li destanên pêşmergeyên Kurdistanê jî dikin ku li başûrê Kurdistanê li bereyên Celewla û çiyayê Şengalê û navçeyên din serkeftinên mezin tomar kirin.

Di beşekî din ya axaftina xwe de serokê parlemanê got: Îro sedsal bi ser dabeşkirina Kurdistanê li ser welatên dewrûberê me de derbas dibe, lê niha ew welatên ku Kurdistan parçe kirin ku Birîtanyaye di parlemana xwe de behsa astengiyên li pêş serxwebûna Kurdistanê dikin û daxwaza sererastkirina wan şaşîtiyan dikin ku di sedsala borî de li ser Kurdan sepandine, jiber vê jî ev qonaxa dîrokî erkê me jî gelekî girantir dike.


Media