Peyva ‘Rojava’ ji navê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hat derxistin

Peyva ‘Rojava’ ji navê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hat derxistin

Rojava News: Desteya Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê di duyemîn roja civîna xwe de li Rimêlanê, pêşniyara derbarê derxistina navê Rojava ji rêveberiya pêşerojê ya li Rojavayê Kurdistanê pejirand.

Desteya Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê di duyemîn roja civîna xwe de li Rimêlanê, pêşniyara derbarê derxistina navê Rojava ji rêveberiya pêşerojê ya li Rojavayê Kurdistanê pejirand.

Navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin peyva “Rojava” jê hat derxistin.

Bi beşdariya 165 endamên desteya Rêxistinî ya Encûmena Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê, encûmen li Rimêlan duh sêşemiyê 27ê Kanûna 2016ê dets bi civînê kir, da ku reşnivîsa hevpeymaniya civakî bipejirîne.

Duyemîn civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de derdewam e.

Navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin û bûye Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.

Civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê di Roja duyemîn de bi nirxandinên li ser bendên hevpeymana civakî û ji dezgehên raghandine re girtî berdewam e.

Pêştir serkirdeyê PKKê Riza Altun rexne li wê yekê girtibû, ku navê Rojava jî bi navê sîstema federaliyê re hatiye û ragihandibû, ku divê navê “Rojava” ji navê sîstema federaliyê were jêbirin.

Hevseroka Encûmena damezrêner a Federalîzma bakurê Sûriyê Hediye Yûsif duh ragihand ku piştî gotûbêjkirina pêşinyaran, dê reşnivîs were pejirandin.

Di civînê de, Foze Yûsif, Endama komîteya cîbicîkar a TEV-DEM ragihand ku ew kesên ku dixwazin yekîtiya ax û gelê Sûriyê biparêzên dest ji hêvîyên xwe yên netewî berdin.

Foze Yûsif diyar kir: “Em dixwazin careke din tekez bikin ku kesê dixwaze yekîtiya Sûriyê weke ax û gel biparêze divê dest ji hêviyên xwe yên netewî, olî û regezî (cinsî) berde û sîstema demokratîk pêş bixin, da ku her pêkhate û takekî li xwe bigre. Eger em welatekî hevbeş dixwazin, divê em xwediyên heman maf û erkan bin. Li gorî vê nerînê, dê hevpeymaniya me ya civakî û projeya federalîzma demokratîk bibe nimûneyek ji bo yekkirina tevna civakî ya sûrî.”

Pêştir serkirdeyê PKKê Riza Altun rexne li wê yekê girtibû, ku navê Rojava jî bi navê sîstema federaliyê re hatiye û ragihandibû, ku divê navê “Rojava” ji navê sîstema federaliyê were jêbirin.