12:58:39 PM
RojavaNews: Biryar e Serokê Fransayê François Holand sibe 2 Çile serdana Hewlêrê bike.
Ajansa “AFP” belav kir, armanca serdana Serokê Fransayê François Holand ji Iraq û Hewlêrê re, spasiya leşkerên Fransî yên di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de şerê DAIŞê dikin, e.
Serdana ne çaverêkirî ya Serokê Fransayê, wek duyem serdana wî ji Hewlêrê tê zanîn, ku berê roja 12 Îlona 2014an cara yekem serdana Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya bû.
