YE nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

YE nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Rojava News: Yekîtiya Ewropayê biryar da, ku bi awayekî fermî nûneratiya xwe ya siyasî li Kurdistanê veke.

 

Yekîtiya Ewropayê hewl dide ku kesekî weke nûnerê xwe li Başûrê Kurdistanê deyne.



Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dilawer Ajgeyî di rûpela xwe ya Facebookê de belav kiriye ku Yekîtiya Ewropayê bi fermî nûnertiya xwe li Hewlêrê vedike.


Heta niha 32 welatan konsulxane û nûnertiyên xwe li Başûrê Kurdistanê vekirine.