Serokwezîrê Tirkiyê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê Tirkiyê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê

Rojava News: Hat ragihandin ku dê serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim li 5 û 6 Rêbendanê serdana Herêma Kurdistanê û Bexdayê dike.

Li gor ragihandina Ajansa Anadolê jêderekî nêzîkî serokwezîrtiya Tirkiyê agahî da ku Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di rojên 5 û 6 meha yekê de serdana Herwlêrê û Bexdayê dike.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim piştî wergirtina posta serokwezîrtiyê ev cara yekemîn e ku serdana Iraq û Kurdistanê dike.

Hêjayî gotinê ye ev serdan piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî yên li ser başbûna pêwendiyên bi Tirkiyê re tê kirin.