Rojava News: Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd piştî rizgarkirina Kobanî, dest bi operasyona rizgarkirina gundên Kobanî kirin.
Piştî rizgarkirina Kobanî, hêzên kurdî dest bi operasyonên standina gundên wê herêmê kirin.
Rayedarên Pêşmerge yê li Kobanî got, îro li gundê Minazê yê Kobanî şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de derket û heta dereng berdewam bûye.
Wî jêderî her wiha da zanîn, hêzên Pêşmerge jî bi çekên giran piştevaniya Hêzên Kurdî dikin.
