Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana serokê Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê bi girîng û nirxdar dide zanîn û dibêje ku serdana serokomarê Fransayê ji bo piştevanîkirina Kurdistanê ye.
Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ku li gel Serokê Herêma Kurdistanê û serokomarê Fransayê û Wezîrê Berevaniya Fransayê serdana çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê li çiyayê Zertikê kiribû li ser girîngiya serdana serokomarê Fransayê ji bo Kurdistanê û bi taybet jî serdana çeperên Pêşmergan di daxuyaniyekê de ragehand ku:”Spasiya serokomarê Fransayê dikin ku cara duyeme serdana Kurdistanê dike.”
Mesrûr Barzanî got ku:”Cara berê ku serdana Kurdistanê kir DAIŞ gele nêzîkbûn li paytexta Kurdistanê lê belê di vê serdanê de ku DAIŞê şikesteke mezin xwariye û hetina serokomarê Fransayê jî nîşana destxweşiyê ye li pêşmergeyên Kurdistanê û rêzgiritin li xebat û qurbaniyên pêşmergan û rola wan di şikesta DAIŞê de ye.
Mesrûr Barzanî dibêje ku:”Terorîst ne tenê lê vir belku li ser welatê din jî metirsîne û bi taybet jî Fransa ku çendîn care bûye armanca terorîsta û berdewam dike ku di vêr de bû ku cara yekê terorîst rastî şikestê hatin li ser destê Pêşmereyên Kurdistanê û ev serdane jî nîşana qedirgirtin û rêzgirtiniye li xebat û qurbaniyên pêşmergeyan û piştevaniye li Kurdistanê.
Li ser dîlên DAIŞê jî Barzanî got ku:”Bi sedan dîlê DAIŞê di destê me de ne çi ewên ku di şer de dîl hatine girtin û çi ewên ku wek şaneyên razayî hatine girtin û henek ji ke di nav penaberan de hatine û hêzên ewlehî karîne wan dîl bigirin di destê me de ne.”
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku di hevdîtina Serokê Fransayê ya li gel Serok Barzanî de dê behsa cure hevkariyên ji bo Hêzên Pêşmerge û herwiha pêşxistina pêwendiyên her du aliyan bê gotûbêjkirin.
Barzanî got; “Fransa yek ji pênc endamên Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ye û hêzeke mezin ê cîhanê ye. Di dîrokê de jî xwedan pêgeheke bi hêz e. Yek ji wan hêzan e ku di çêkirina sînoran de, di dema peymana Sykes Picot de rol lîstiye. Hêvîdar im ku ev peyman îro bê guhertin û îro zêdetir alîkarî bidin gelê kurd. Hêvîdar in ew xeletiya beriya 100 salan hatiye kirin dubare nebe. Gelê kurd bê qerebûkirin.”
Barzanî herwiha got; “Divê kurd gelek sûdê ji pêgeha xwe û ji dostaniya xwe li gel welatên biyanî bike. Bi nêrîma nin kesên din ji kurdan zêdetir qedrê pêşmerge û keda wan digrin. Ew zêdetir qedrê dîplomasiya niha bizanin, ku di saya Serok Barzanî de gihiştiye vê astê.”
Derbarê hewlên çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kuridstanê de jî Mesrûr Barzanî nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman:
“Şanda PDKê peyama Serok Barzanî bi eşkere gihande hemû aliyên din ên siyasî. Şanda PDKê bi vê armancê ji bo pêşxistina çareseriyeke bingehîn ligel aliyan danûstandinan dike. Çareserî erkê hemû aliyan e. Hêvîdar im, ku hemû alî bi berpirsiyariya xwe rabin. Pêwîste ew jî gavan biavêjin, berjewendiyên eteweyî li ber çav bigrin. Bes e êdî bila li ser berjewendiyên teng ên hizbî hizran nekin û hizrên xwe mezintir bikin û li ser asta neteweyî hizir bikin.”
